Ji bo 21emîn Festîvala Dêrsimê amadekarî hatine kirin

Serokê Şaredariya Dersîmê Fatîh Maçoglu ragihand ku wan ji bo lidarxistina 21emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Dersîmê, hemû amadekariyên xwe kirine.
Dêrsim
Dêrsim

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Şaredariya Dersîmê Fatîh Maçoglu ragihand ku wan ji bo lidarxistina 21emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Dersîmê, hemû amadekariyên xwe kirine.

Fatîh Maçoglu diyar kiriye, bernameya mîhrîcana ku di navbera 3-6’ê Tebaxê de bê lidarxistin hatiye amadekirin.

Maçoglu bal kişandiye ku ji bo mîhrîcan bê kirin, serlêdana fermî jî kirine û ew çaverê ne ku bersiveke erênî bê dayîn.

Di bernameya îsal ya mîhrîcanê de; gotûbêj, panel û konferansên li ser çand, xweza, dîrok û kelpora Dêrsimê û Kurdên Dêrsimê, pêşangeh, konser, çalakî û leystikên li ser çand û xwezayê dê cih bigirin.

Serokê Şaredariya Dêrsimê û lijneya amadekar a mîhrîcanê, ragihandine ku ew çaverêyî hemû Dêrsimî û dostên Dêrsimê ne ku beşdarî di mîhrîcanê de bikin.