Îstixbarata Tirkiyê: Berpirsekî PKKê hat kuştin

Dezgeha Îstixbaratê ya Tirkiyê kuştina Berpirsê Şingalê yê PKKê ragihand.

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Îstixbaratê ya Tirkiyê kuştina Berpirsê Şingalê yê PKKê ragihand.

Medyaya Tirkiyê ragihand, Dezgeha Îstixbaratê ya Tirkiyê di operasyonekê de Berpirsê Şingalê yê PKKê Mesûd Celal Osman yê bi nasnavê Zagros Çekdar, kuştiye.

Li gor zanyariyên Dezgeha Îstixbaratê, Mesûd Celal Osman di dema çûna civînekê de hatiye armanckirin.

Her wiha ragihandiye, "Zagros Çekdar di sala 2018an de Sûriye bi cih hiştiye û ji bo piştevaniya PKKê hatiye Iraqê".

Mesûd Celal Osman li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê jidayîk bûye û di sala 2010an de tevlî rêzên PKKê bûye.

Ev di demekê de ye ku pêştir medyayên nêzîkî PKKê kuştina Mesûd Celal Osman ragihandibûn.