Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê encama lêkolîna teqîna otomobîla Mihemed Mîrza eşkere kir

Wêneya otomobîla Mihemed Mîrza piştî bûyera li Zaxoyê
Wêneya otomobîla Mihemed Mîrza piştî bûyera li Zaxoyê

Hewlêr (K24) – Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, êvara 23ê Tîrmeha 2023an di kiryareke terorîstî de li bajarê Zaxoyê, Emîd Mihemed Mîrza bi rêya bombeyeke ku bi otomobîla wî ve hatibû girêdan, hat armanckirin û di teqînê de canê xwe ji dest da.

Di daxuyaniya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê de hatiye diyarkirin, piştî lêkolîna bûyerê ji aliyê tîmên wan ve li ser wan kes û grûpên ku ev kar encamê dane, belge berdest in ku ji aliyê PKKê ve hatine şandin.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê eşkere kir, sibeha roja 23ê Tîrmeha 2023an, bi rêya otomobîlekê ji cûreya Hyundai Tucson ku rengê wê spî bû bi plakaya hejmara sexte, ji bo xweveşartina ji kamerayên çavdêriyê û rêbendan, çûne nav bajarê Zaxoyê û çavdêriya mal û otomobîla Emîd Mihemed Mîrza kirine.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, di demjimêr 04:00ê berbangê de bombeyeke ku bi otomobîla Emîd Mihemed Mîrza ve li ber mala wî hatiye girêdan, di demjimêr 19:49ê êvarê de roja 23ê vê mehê li ser cadeya giştî ya bajarê Zaxoyê bi rêya remote kontrol, otomobîl hatiye teqandin.

Di beşeke din a daxuyaniya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê de behsa wê yekê hatiye kirin, pêştir bi rêya saziyên ser bi Encûmenê ve zanyariyên wan hebûye ku serkirdetiya PKKê pîlana armanckirina hejmarek ji efserên Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dariştine û ji bo vê mebestê jî rahênan bi çend kesan li ser çêkirin û danîn û girêdana bombeyê kirine û hewla derbaskirina wan bo nav Herêma Kurdistanê dane.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê tevî şermezarkirina vê kiryara terorîstî, tekezî li ser wê yekê dike ku kesên vî karî kirine, li ku dibin bila bibin, dê baca vî karê xwe yê terorîstî bidin û bigihin cezayê xwe yê yasayî.

Ji bo dîtina vîdeoya daxuyaniya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê serdana vê lînkê bikin.