Agirê li daristanên Laziqiyê 5 roj in nehatiye vemirandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Agirê li daristanên Laziqiyê 5 roj in berdewam in û heta niha nehatiye vemirandin.

Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” belav kir, tîmên agirkuj kar li ser kontrolkirina şewata ku li daristanên Laziqiyê derketiye dikin ku ji heyama 5 rojan ve berdewam e.

Li gorî hatiye belav kirin, tîmên berevaniya sivî û yekîneyên artêşa Sûriyê herwiha helîkopterên Sûriyê di piroseya kontrolkirina şewatan de beşdar in.

Wezîrê Çandiniyê ya Hikumeta Sûriyê gotibû, bilindbûna pileya germahiyê sedema derketina agir e.