Projeyasayek bi navê “Jîna Emîn” bo Encûmena Pîran a Amerîkayê hat pêşkêşkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Du senatorên Amerîkî projebiryarek bi navê “Jîna Emînî” pêşkêşî Encûmena Pîran a wî kirin kirin, da ku lêpirsîn bi berpirsên payebilind ên Îranê re û toleyên aborî yên li dijî wî welatî bên tundkirin.

Senatorê Komarî Marco Rubio û Senatorê Demokrat Alex Padella projeyasayek bi navê “Jîna Emînî” bi armanca cezakirina berpirsên pilebilind ên Îranê, pêşkêşî Encûmena Pîran a Amerîkayê kirin.

Eger ev projeyasa were qebûlkirin, Serokê Amerîkayê dê pabend bike ku her sê mehan raportekê li ser binpêkirinên mafên mirovan ên ji aliyî rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî, Serokomar Îbrahîm Raîsî û kesên nêzîkî wî ve tên kirin, arasteyî kongressê bike.

Rapora serokomar ku her 90 rojan carekê ji Kongressê re dê were şandin, divê li ser malpera fermî ya hikûmeta Amerîkayê were weşandin. Li gorî vê pirojeyasayê, cezayên têkildarî terorê, binpêkirina mafên mirovan û bernameyên çekên nukleerî dê li ser rêberê Komara Îslamî ya Îranê, serokomar û kesên nêzîkî wan werin sepandin.

Ev herdu Senatorê Komarî û Senatorekî Demokrat yên projeyas pêşkêş kirine dibêjin, li Îranê mafên mirovan bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin.

Ji aliyê xwe ve, Senatorê Demokrat Alex Padel jî dibêje: “Piştî kuştina hovane ya Jîna Emînî, xwepêşanderên Îranî nerazîbûn û hêrsa xwe li dijî rejîma niha ya Îranê nîşan dan û divê rola me di lêpirsîna bi berpirsên Îranê re hebe, ji ber destê wan di tepeserkirin, çavdêrîkirin û destdirêjiya li ser xwepêşanderan de heye.”

68 endamên Komarîxwaz û 60 endamên Demokrat v piştgiriya vê destpêşxeriyê dikin, her wiha ji aliyê Yekîtiya Nîştimanî ya Demokratîk a Îranê, Rêxistina Yekgirtûya li dijî Îrana nukleerî û Komîteya Karûbarên Giştî ya Amerîka û Îsraîlê (IPAC) ve tê piştgirîkirin.

Jîna Emînî ya 22 salî, roja 13ê Îlona 2022an ji aliyê Polîsê Ewlehiya Civakî ya Îranê ve hatibû girtin û piştî 3 rojan termê wê radestî malbata wê hatibû kirin. Kuştina Jîna Emînî ji aliyê polîsên Îranê ve, bû sedema bertekên navxweyî û cîhanî û xwepêşandan bi mehan li piraniya bajar û bajarokên Îranê berdewam bûn.