Serok Barzanî: Hê jî fikra şovenî û niyeta neman û êşandina gelê Kurdistanê di xeyal û reftarên hinek kes û aliyan de heye

Hewlêr (K24) - Serok Mesûd Barzanî ji bo salvegera 40 saliya Enfala Barzaniyan peyamek belav kir û ragihand, hê jî fikra şovenî û niyeta neman û êşandina gelê Kurdistanê em di xeyal û reftarên hinek kes û aliyan de dibînin.

Di peyama Serok Barzanî de hatiye destnîşankirin: “Çil sal berê rejîma Be'sê di helmeteke nerewa û bêwijdanî de heşt hezar zilamên pîr û ciwan ên Barzanî, ji temenê neh salî heta nod salî, desteser kirin û bi awayekî nemirovî li biyabanên başûrê Iraqê komkujî kirin. Ew tawan beşek bû ji wan rêze karesat û qurbanîdanîna bi awayekî rêkxistî bi mebesta jinavbirin û helandinê bi ser gelê Kurdistanê de hatine, ji bêserûşûnkirina diwazdeh hezar ciwanên Feylî û Enfala Germiyan û kîmyabarankirina Helebce û navçeyên tin ên Kurdistanê bigre heta erebkirin û veguhestin û guherîna demografiya Kurdistanê.

Serok Barzanî diyar dike: “Mixabin, di demekê de ku çil sal di ser wan tawanên mezin re derbas dibin, hê jî fikra şovenî û niyeta neman û êşandina gelê Kurdistanê em di xeyal û reftarên hinek kes û aliyan de dibînin, ew jî kêşeyeke sereke ya gelê me bûye ligel vê eqliyeta nemirovî ku çavkaniya êş û neseqamgîriyê ye ji bo hemû Iraq û navçeyê.”

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Çil sal berê rejîma Be'sê di helmeteke nerewa û bêwijdanî de heşt hezar zilamên pîr û ciwan ên Barzanî, ji temenê neh salî heta nod salî, desteser kirin û bi awayekî nemirovî li biyabanên başûrê Iraqê komkujî kirin.

Ew tawan beşek bû ji wan rêze karesat û qurbanîdanîna bi awayekî rêkxistî bi mebesta jinavbirin û helandinê bi ser gelê Kurdistanê de hatine, ji bêserûşûnkirina diwazdeh hezar ciwanên Feylî û Enfala Germiyan û kîmyabarankirina Helebce û navçeyên tin ên Kurdistanê bigre heta erebkirin û veguhestin û guherîna demografiya Kurdistanê.

Mixabin, di demekê de ku çil sal di ser wan tawanên mezin re derbas dibin, hê jî fikra şovenî û niyeta neman û êşandina gelê Kurdistanê em di xeyal reftarên hinek kes û aliyan de dibînin, ew jî kêşeyeke sereke ya gelê me bûye ligel vê eqliyeta nemirovî ku çavkaniya êş û neseqamgîriyê ye ji bo hemû Iraq û navçeyê.

Di salvegera Enfala Barzaniyan de pêzanînên min ji bo zarokên gelê me, bi taybetî cemawera deşta Hewlêr û Herîr û Soranê heye ku di rojên dijwar de Kurdane û merdane hevsozê Barzaniyan bûne û alîkariya wan kirine. Ez spasiya kesûkarên Enfalê û bi taybetî wan dayîk û jinên Barzanî dikim ku salên dûr û dirêj jana jidestdana ezîzên xwe tehemul kirin û bûn nimûneya bilind a xweragirî û rewiştbilindî û Kurdperweriyê.

Mesûd Barzanî

31ê Tîrmeha 2023an