PAK: Em şehîdên Enfala Barzaniyan bi rêzdarî bi bîr tînin

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) di salvegera jenosîdkirina Barzaniyan de peyamek belav kir.

Hewlêr (K24) - Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) di salvegera jenosîdkirina Barzaniyan de ragihand: “Em di 40emîn salvegera Enfala 8000 Barzaniyan de, şehîdên Enfala Barzaniyan û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin. Hemû qesasên Enfala Barzaniyan careke din rûreş dikin.”

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) di peyama xwe de diyar dike: “Di roja 31ê Tîrmeha 1983yan de li dijî Barzaniyan Enfal hate lidarxistin. 8 Hezar mêrên Barzaniyan ku temenê wan ji 7 salî heta 85 salî bûn , ji aliyê rejîma Sedam, ji herêma Barzanê hatin derxistin û anîn herêma Qûştepe ku bi ser wîlayeta Hewlêrê ve ye û li kampên Qûdus û Qadisiyê heps kirin. Mêrên Barzaniyan bi rojan bê av û bê nan di nav van kampan de hiştin, di dawiya eziyeteka mezin de hatin wendakirin.”

PAK destnîşan dike: “Çi bi serê van mirovan de hat, heta îro jî nayê zanîn. Di ser vê jenosîdê de 40 sal derbas bû ye, lê hîn jî tu xeber ji piraniya van 8 hezar kesan tune ye. Ev mirov hatin îmhakirin û bi tevayî hatin binaxkirin. Cenazeyên kêm kesan ji wan vê dawiyê hatine dîtin.”

Her wiha radigihîne: “Em di 40emîn salvegera Enfala 8000 Barzaniyan de, şehîdên Enfala Barzaniyan û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin. Hemû qesasên Enfala Barzaniyan careke din rûreş dikin.”