Ukrayna ji bo avakirina navendek tîmarkirina dronan peymanek bi Tirkiyê re îmze kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Ukraynayê ligel Kompanyaya Baykarê girêbesta avakirina kargeha temîrkirina dronan îmze kir.

Wezareta Berevaniyê ya Ukraynayê ragihand, da ku kargeheka temîrkirina dronan were avakirin, wan ligel kompanyaya Baykarê girêbeseteka nû çêkirine.

Di daxuyaniya wezaretê de hate diyarkirin, bihêzkirina şiyanên bergiriyê yên Ukraynayê dê wan di şerê Rûsyayê de nêzikê serkeftinê bike.

Piştî şerê Rûsyayê û Ukryaneyê di Sibata 2022an de, Ukryana girîngiyeke mezin da berhemanîn û hawirdekirina dronan.

Cîgirê Serokwezîr ê Berpirsê “Artêşa Dronan” Mykhailo Fedorov hefteya borî gotibû, zêdetirî 10 hezar kes ji bo karkirina li ser dronan perwerde dîtine û 10 kesên din jî perwerdeyê dibînin.

Ukraynayê heta niha zêdetir 50 dron ji Tirkiyeyê kirîne û her du welat rêkeftibûn ku kargehekê berhemanîna dronan li Ukraynayê ava bikin.

Hikûmeta Ukraynayê beriya di Tîrmeha 2022an de pêşnûmeya qanûneke têkildarî peymana bi Tirkiyê re ji bo hilberandin û temîrkirina dronên “Bayraktar” pesend kiribû.

Dronên “Bayraktar” ên ji Ukraynayê re hatin firotin, roleke girîng di sistkirina pêşveçûna hêzên Rûsyayê de di ketina nava axa Ukraynayê de lîstine.