Emmar Hekîm daxwaza cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û vegera koçberan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Tevgera Hîkme ya Nîştimanî ya Iraqê daxwaza cîbicîkirina rêkeftina Şingalê ya di navbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de kir û bi pêwîstî zanî ku koçberên Êzidî vegerin ser cih û warên xwe.

Serokê Tevgera Hîkme ya Nîştimanî Emmar Hekîm di merasima nehemîn salvegera komkujiya Kurdên Êzidî îro li Bexdayê di gotarekê de ragihand, “Divê Êzîdî nebin qurbaniyên nakokiyên siyasî û li benda rêkeftina aliyên siyasî bin, da ku vegerin warê bav û kalên xwe.”

Serokê Tevgera Hikme daxwaz kir ku hevahengiya zêdetir di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kir, ji bo cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û vegerandina koçberên êzîdî bo navçeyên wan kir.  Tekez kir jî, “Mafê Êzidiyan e ku vegerin Şingalê”.

Hekîm got jî: “Divê di zûtirîn dem de deverên Êzidiyan bi taybetî qezaya Şingalê bên avakirin, pirsgirêkên ewlehî û îdarî yên li van deveran bên çareserkirin, rêkeftina Şingalê ya di navbera her du hikûmetan de were cîbicîkirin û asankarî ji bo vegera penaberan bê kirin.”

Tekez kir jî, “Pêwîst e hemû alî pabendî rêkeftina Şingalê bin, ne ku aliyek hinek madeyên wê bi cih bîne û hinekan jî paşguh bike. Herwiha ragihand, “Astengiya li pêşiya vegera Êzidiyan bo Şingalê siyasî ye, ne darayî ne.”

Roja 9ê Cotmeha 2020an li Bexdayê di bin çavdêriya Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî de, rêkeftina Şingalê di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat îmzekirin. Ew jî ji xalan pêk tê:

- Hilbijartina qeymeqamekî nû.

- Hikûmeta Federal pirsgirêkên ewlehiyê birêve dibe.

- Tayînkirina 2500 kes ji xelkê Şengalê û penaberên wê û avakirina hêzeke nû.

- PKK û hemû komên pê ve girêdayî li Şingalê nemînin.

- Divê ti endamên PKK’ê di nava hêza nû ya ewlehiyê de neyên girtin.

- Divê Hewlêr û Bexda hevahengî ji bo avedankirin û birêvebirina Şingalê bikin.