Cotkarên Akrê bi firotina berhemên xwe kêfxweş in

Devera Akrê ji aliyê çandiniyê ve navçeyeke dewlemend e, niha piraniya berhemên sewze û mêwe yên navçeyê gihiştine, cotkar berbanga sibê berhemên xwe berhev dikin û berê xwe didin bazaran.

Akrê (K24) – Devera Akrê ji aliyê çandiniyê ve navçeyeke dewlemend e, niha piraniya berhemên sewze û mêwe yên navçeyê gihiştine, cotkar berbanga sibê berhemên xwe berhev dikin û berê xwe didin bazaran û berhemên xwe difiroşin. Ew dibêjin bazara wan germ e û daxwaza li ser berhemên navxwe gelek e.

Cotkar Hawar Mihemed ji Kurdistan24ê re ragihand, ew êvarê diçin berhemên xwe tînin, bo demjimêr 3ê berbangê jî dikandar tên berhemên wan dikirin, her wiha diyar dike, berhemên wan baş in û bazar jî geş e.

Ji aliyê xwe ve bazirgan û nûnerê hala Akrê Azad Akreyî dibêje, par çandina berheman gelek kêm bû, lê belê îsal berhemên wan gelek in, berhemên îsal gelek pêşve çûye li deverê, her tişt ji bo cotkaran hatine dabînkirin û cotkar jî îsal gelek girîngî dane zeviyên xwe.

Di demsala havînê de berhemên çandiniyê li Herêma Kurdistanê zêde dibe û ji bilî pirkirina pêwîstiya navxwe, hinardeyî naverast û başûrê Iraqê jî têne kirin.

Her wiha beşek ji cotkarên Herêma Kurdistanê radigihînin, ji aluyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hêsankariyên mezin ji bo wan hatine kirin ji bo firotina berhemên wan û hinardekirina berheman bo navçeyên naverast û başûrê Iraqê.