Erdogan û Putin pêwendiyeke telefonî encam dan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi rêya telefonê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re axivî.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi rêya telefonê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re axivî.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê, di pêwendiyê de herdu aliyan di mijara serdana Putin a ji bo Tirkiyê de li hev kirine.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan spasiya hevtayê xwe kiriye ku Rûsyayê ji bo têkoşîna Tirkiyê ya dijî şewata daristanan 2 balafirên amfîbîk ên vemirandina agir şandine.

Erdogan diyar kiriye ku di pêvajoya Şerê Rûsya-Ukraynayê de divê gavên rageşiyê gur dikin neyên avêtin û bal kişandiye ser girîngiya Teşebusa Behra Reş a wekî "pira aştiyê".

Erdogan her wiha diyar kiriye, ew yek dê bi kêrî kesî neyê ku Teşebusa Behra Reş ji bo demeke dirêj ji dewrê derkeve û zirara herî mezin jî welatên kêmdahat ên pêwîstiya wan bi dexl û dan heye, dê bibînin.

Her wiha Erdogan destnîşan kiriye ku Tirkiye ji bo Teşebusa Behra Reş bidome, dê di hewldan û dîplomasiya xwe de berdewam be.