Serok Barzanî: Gelê Kurdisatanê çaverê ye civaka navdewletî jenosîda Êzidiyan bi fermî nas bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera jenosîda Êzidiyan û komkujiya Şengalê peyamek weşand û tê de ragihand, “Rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de li ser asayîkirina rewşa Şingalê û vegera koçberan, baştirîn çareserî ye ji bo bidawîkirina êş û azarên xelkê Şingalê.”

Peyama Serok Mesûd Barzanî:

Piştî 9 salan ji karesata Şingalê, mixabin birînên Şingalê nehatine dermankirin û êş û azar û koçberbûna xwişk û birayên Êzîdî her berdewam e.

Rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de li ser asayîkirina rewşa Şingalê û vegera koçberan, baştirîn çareserî ye ji bo bidawîkirina êş û azarên xelkê Şingalê. Lê pirsyar ew e ku çima Hikûmeta Iraqê nekariye rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê cîbicî bike û heta kengê dê hikûmeta Iraqê rê bide wan hêz û aliyan ku rê li cîbicîkirina rêkeftina Şingalê bigirin?

Di vê bîranînê de, gelê Kurdistanê li çaverê ye civaka navdewletî û welatên din, wek Almanya û Brîtanya, jenosîda Êzidiyan ji aliyê DAIŞê ve bi fermî nas bikin, her wiha kîmyabaran, Enfal û hemû tawanên din ên li ser gelê Kurd hatine kirin, bi fermî weke jenosîd nas bikin.

Di nehemîn salvegera karesata Şingalê de, silavê li giyanê şehîd û qurbaniyên vê tawanê dikin û rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bilind dinirxînin ku dîrok û qehremanî tomar kirine û xwîna xwe ji bo azadkirina Çiyayê Şingalê û Şingalê bexşî û tola wan ji terorîstên DAIŞê hilda.

Mesûd Barzanî

3ê Tebaxa 2023