Viyan Dexîl: 14 hikûmet û parlementoyên navdewletî jenosîda Êzîdiyan nas kirine lê Iraqê hîn nas nekiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl îro 03.08.2023an ragihand, 14 hikûmet û parlamentoyên navdewletî jenosîda Êzîdiyan nas kirine, lê heta niha jî dewleta Iraqê jenosîda Êzîdiyan nas nake.

Viyan Dexîl di daxuyaniya xwe de wiha got: “Di 9’emîn salvegera êrîşa hovane ya çeteyên tarîperest û teroristên DAIŞ’ê ya li ser Êzidiyên aştiyane li Şingalê de, em îro bi hezaran qurbanî, dîl, winda û revandî bibîr tînin. Em êşa bi deh hezaran malbatên Êzîdî jî bi bîr tînin ku hîn jî di konên koçberiyê de dijîn, ji bilî zêdetirî 100 hezar Êzîdiyan ku ji sala 2014an ve ji Iraqê koçber bûne û mal û warê xwe bicih hîştine.”

Herwiha got: “Di dema ku piraniya awareyên Iraqî ji parêzgeh û pêkhateyên cuda vegeriyane deverên xwe, lê hîna bêtirî çarîk milyon Êzîdî, ji 9 salan ve di jiyana bêwariyê li kampên Herêma Kurdistanê dijîn. Hîn zêdetirî 2700 zarok û jin ji aliyê vê rêxistinê û alîgirên wê ve revandî ne, tevî vegerandina 3400 jinan bi hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

Viyan Dexîl got jî: “Berjewendiyên herêmî û navdewletî hê jî rê li ber vegera xelkê Şingalê digire, ji ber ku zêdetirî 60 hezar çekdarên 6 partiyan hene ku hinek ji wan fermî ne û hinek din jî milîsên derveyî sînor in.”

Viyan Dexîl daxwaza cîbicîkirina rêkeftina Şingalê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de kir û diyar kir ku divê Bexda îspat bike ku paytexta dewleteke xwedî serwerî ye û dest bi cîbicîkirina vê rêkeftinê bike, ku hêviya dawî xelkê Şingalê ye, berûvajî vê yekê jî, Bexda û her kesê ku rê li ber cîbicîkirina vê rêkeftinê bigire, dê berpirsyariya dîrokî û mirovî ya berdewamiya êş û azarên Êzidiyan hilgire ser milê xwe.”

Berdevka Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê tekez kir ku “Bi naskirina jenosîda Êzîdiyan ji aliyê 14 hikûmet û perlemantoyên navdewletî re, pêwîst e parlamentoya Iraqê heman pêngavê bavêje û yasaya jenosîda Êzîdiyan derxîne ji bo qerebûkirina qurbaniyan, di heman demê de jî hewla dûvçûna teror û terorîstan û terorîstên ku bi nasname û navên sexte derketine derveyî welat jî bide, da ku cezayên xwe yên dadwerane bigirin.”