Plasschaert daxwaza cibicîkirina Rêkeftina Şengalê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert daxwaza cîbicîkirina rêkeftina Şingalê ya di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kir.

Ev daxwaza Plasschaert, îro 3ê Tebaxê di Konferansa Salvegera Jenosîda Êzidiyan a bi diruşma (Ber Bi Dahatûyeke Berdewam a Aram ji Êzidiyan re) de li Hewlêrê hat ku di bin çavdêriya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî lidar ket.

Plasschaert wiha got: “Nabe karesatên ku hatine serê Êzidiyan careke din dubare bibin, lewma divê rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê were cîbicîkirin.”

Nûnera Netewên Yekgirtî tekezî li ser pêwîstiya vegera koçberan bo malên xwe li Şingalê kir û herwiha tekezî li ser hevkariya hemû aliyan di proseya asayîkirina rewşa navçeyê de kir.

Plasschaert bang li Hikumeta Federal kir ku kiryarên DAIŞ'ê yên li dijî Êzidiyan weke jenosîd bi nav bike û destnîşan kir ku divê Şingalê ji nû ve bê avedankirin, ewlehî û aramî li wir bê peydakirin û zemîneke guncaw ji bo vegera koçberan jî bê amadekirin.