Hikûmeta Herêmê pesnê hevkariyên Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê dide

Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Berpirsê Fermangehê Sefîn Dizeyî dawî li serdana xwe ya Amerîkayê anî, di serdana xwe de pesnê hevkariyên Amerîkayê yên ji bo Herêma Kurdistanê da.

Hewlêr (K24) – Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Berpirsê Fermangehê Sefîn Dizeyî dawî li serdana xwe ya Amerîkayê anî, di serdana xwe de pesnê hevkariyên Amerîkayê yên ji bo Herêma Kurdistanê da.

Li gor daxuyaniya Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Berpirsê Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî bi yaweriya Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê Terîfe Ezîz, rêzecivîn ligel rayedarên îdareya Amerîkayê û wezaretên derve û berevaniyê encam dan, her wiha bi hejmareke berçav ji endamên Kongresê yên endamên herdu partiyên Demokrat û Komarî hevdîtin kirin û serdana saziyên hizrî û ajansan kirin.

Di civînan de tevî nasandina Terîfe Ezîz wek Nûnera nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê, Berpirsê Pêwendiyên Derve tekezî li pêwendiyên dîrokî yên navbera Amerîka û Herêma Kuredistanê û nirxên hevbeş ên demokrasî û azadiya olî û pêkvejiyana netewî û olên cuda kirin, her wiha tekezî li pêşvebirina pêwendiyên dualî di warên cuda de kirin.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî spasiya Amerîkayê ji bo piştgirî û hevkariyên wê yên ji bo Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî ji bo hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê di rûbirûbûna wan a hember grûpên terorê û rêxistina DAIŞê de.