Fransa: Diyarkirina roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê qonaxeke yekalîker e

Cîgirê Konsulê Giştî yê Fransayê yê li Hewlêrê Rodolphe Richard di twîtekê de diyarkirina roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve wek 'qonaxeke yekalîker' bi nav dike.
Alayên Kurdistan û Fransayê
Alayên Kurdistan û Fransayê

Hewlêr (K24) – Cîgirê Konsulê Giştî yê Fransayê yê li Hewlêrê Rodolphe Richard di twîtekê de diyarkirina roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve wek 'qonaxeke yekalîker' bi nav dike.

Rodolphe Richard li ser hesabê xwe yê Twitterê li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar kir: “Destnîşankirina roja hilbijartinên Parlamentoyê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve, qonaxeke yekalîker e. Girîng e ku hemû saziyên pêwendîdar û hêzên siyasî hevahengiyê bikin ji bo rêkxistina proseyeke hilbijartinê ku rêz li rêsayên navdewletî bigre.”

 

Îro Balyozxaneya Îtalyayê ya li Bexdayê, Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê û Konsulxaneya Giştî ya Holandayê ya li Hewlêrê û Konsulxaneya Almanyayê ya li Hewlêrê her yek cuda ragihandin, ew piştevaniya diyarkirina dema encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dikin.

Duh Pêncşemê 3ê Tebaxa 2023an, Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê roja 25ê Sibata 2024an wek roja encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar kir û hemû alî raspartin ji bo encamdana rêkarên pêwîst.