Serok Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Parlamentoya Urdinê kir

Serok Barzanî li Selahedîn pêşwazî li şandeke bilind a Urdinê kir, ya bi serokatiya Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoya Urdinê Ehmed Xelayle.

Hewlêr (K24) – Serok Barzanî li Selahedîn pêşwazî li şandeke bilind a Urdinê kir, ya bi serokatiya Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoya Urdinê Ehmed Xelayle.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, êvara roja înê 4ê Tebaxa 2023an li Selahedîn, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî Parlamentoya Şahnişîna Urdinê ya bi serokayetiya Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoya Şahnişîna Urdinê Ehmed El Xelayle kir.

Di hevdîtinê de ku Balyozê Urdin li Iraqê Munteser Eleqle û Konsulê Urdin li bajarê Hewlêrê Fuad Elmecalî amade bûn, şanda mêvan silavên taybetî yên Şahê Urdinê bi Serok Barzanî gihandin û bi girîngiyê ve behsa peywendiyên di navbera Şahnişîna Urdin û Herêma Kurdistanê kirin.

Her wiha pêzanînên xwe ji bo pêşketin û geşbûna Herêma Kurdistanê di warên cûr bi cûr de hebû û ragihandin ku bi çaveke rêz ve temaşa rola Herêma Kurdistanê li pêkvejiyan û aramiya Iraq û navçeyê dikin. Her wiha rola Herêma Kurdistanê ya li hewandina sedan hezar koçber û têkşikandina terorîstên DAIŞê de bilind nirxandin.

Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî bi hûrî bal kişand ser dîroka di navbera gelê Kurdistan û gelê Urdinê ku li ser destê Barzaniyê Nemir û Şah Husên hatiye avakirin. Her wiha spasî Şah Abdullah Padişahê Urdinê jî kir ku li qonaxên cûr bi cûr û li şerê dijî terorê da palpişt û yarmetîderê Herêma Kurdistanê bûye.

Serok Barzanî xweşhaliya xwe jî bi wê yekê nîşanda ku dostayetî û peywendiyên di navbera gelê Kurdistan û gelê Urdinê di warên cûr bi cûr de kûr bûye û pêşveçûneke ber bi çav bi xwe ve dîtiye.