Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Brîtanya li Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Brîtanyayê li Iraqê kir û piştevanî û hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo zêdetir pêşxistina pêwendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de nîşan da.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 8ê Tebaxa 2023an pêşwazî li Balyozê nû yê Brîtanya li Iraqê Stephen Hitchens kir.

Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna Balyozê Balyozê nû yê Brîtanya kir û hêviya serkeftinê di erkê wê de jê re xwest. Hevdem jî piştevanî û hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo zêdetir pêşxistina pêwendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de nîşan da.”

Balyozê Brîtanya diyar kir ku ew ji nêzîk ve haydarî têkoşîn û qurbanîdana gelê Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa ye û amadebûna welatê xwe ji bo bihêzkirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê nîşan da.

Çaksaziyên Kabîneya Nehem, bi taybetî çeksaziyên Wezareta Pêşmerge, giringiya çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal, dabînkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û pêwîstiya lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de, beşeke din ên guftûgoyên hevdîtinê bûn ku Konsula Giştî ya Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Rosy Cave amade bû.