Serok Barzanî pîrozbahiyê li Mihemed Hacî Mehmûd dike
Hewlêr (K24) – Serok Barzanî bi boneya çil û heftemîn salvegera damezrandina Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd û endam û alîgirên partiyê dike.
Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de diyar kiriye: “Rêz û hurmeta min ji bo xebat û qurbanîdana we û partiya we ya li tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê de heye.”
Serok Barzanî her wiha dibêje: “Hêvîdar im bi hîmeta hemû aliyek kar ji bo parastina destkeftên gelê Kurdistanê bê kirin û Kurdistan li ser astengî û gefan da bi ser bikeve.”
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Birayê birêz Kak Mihemed Hacî Mehmûd Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê.
Bi boneya çil û heftemîn salvegera damezrandina Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û Endamên Mekteba Siyasî û Serkirdayetî û hemû endam û alîgirên Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê dikim.
Di vê bîranînê de rêz û hurmeta min ji bo xebat û qurbanîdana we û partiya we ya li tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê de heye û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo we dixwazim. Hêvîdar im bi hîmeta hemû aliyek kar ji bo parastina destkeftên gelê Kurdistanê bê kirin û Kurdistan li ser astengî û gefan da bi ser bikeve.
Mesûd Barzanî
8ê Tebaxa 2023an