Dije Terora Kurdistanê: Tirkiyê li Silêmaniyê du otomobîlên PKKê kirin armanc

Dije Terora Kurdistanê li ser êrîşa Dûkanê ragihand, di du êrîşên cuda yên dronên Artêşa Tirkiyê de li dijî du otomobîlên çekdarên PKKê, berpirsekî PKKê û çekdarek hatine kuştin û çar çekdar jî birîndar bûne.

Hewlêr (K24) – Dije Terora Kurdistanê li ser êrîşa Dûkanê ragihand, di du êrîşên cuda yên dronên Artêşa Tirkiyê de li dijî du otomobîlên çekdarên PKKê, berpirsekî PKKê û çekdarek hatine kuştin û çar çekdar jî birîndar bûne.

Li gor zanyariyên Dije Terora Kurdistanê, îro çarşemê di demjimêr 13:00an de firokeyên bêfirokevan ên Artêşa Tirkiyê li nêzîkî gundê Gelale li qezaya Mawet a parêzgeha Silêmaniyê, otomobîleke çekdarên PKKê kire armanc û di encamê de berpirsekî îstixbaratê yê PKKê hatiye kuştin û du çekdarên din jî birîndar bûne.

Her wiha li gor zanyariyên Dije Terora Kurdistanê, di demjimêr 15:30ê de îro çarşemê 9ê Tebaxa 2023an, di êrîşeke din a firokeyên bêfirokevan ên Artêşa Tirkiyê de li dijî otomobîleke çekdarên PKKê li nêzîkî gundê Qelatê yê nahiya Xelekan a ser bi parêzgeha Silêmaniyê, çekdarekî PKKê hatiye kuştin û du çekdarên din jî birîndar bûne.

Îro Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Silêmaniyê Hawjîn Cemal ragihand, li qezaya Dûkanê bi dronê êrîşî otomobîlekê hat kirin û li gor zanyariyên destpêkê, du kes birîndar bûne.

Qaymeqamê Qezaya Dûkanê Sîrwan Serhed ji Kurdistan24ê re ragihand, bi dronê êrîşî otomobîlekê li ser rêya Dûkanê ber bi qezaya Xelekan, li nêzîkî gundê Qelate hat kirin, du kesên di nav otomobîlê de bûn, ku yek ji wan xelkê Sûriyê û yê din jî xelkê Helebceyê ye, her du jî birîndar in û bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Roja 6ê vê mehê firokeyeke Tirkiyê li Çemankê otomobîleke kiribû armanc û tê de welatiyekî bi navê Alan Îsmaîl hatibû şehîdkirin ku pênc meh berê zewicîbû û her wiha kesekî din jî birîndar bûbû.