Serokwezîr Mesrûr Barzanî şeş milyar dînar ji bo dirustkirina 348 polên xwendinê terxan kir

Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, 348 polên xwendinê li hemû parêzgeh û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê têne dirustkirin.

Hewlêr (K24) – Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, 348 polên xwendinê li hemû parêzgeh û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê têne dirustkirin.

Wezareta Perwerdehiyê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand: “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesrûr Barzanî biryar da bi terxankirin û xerckirina qasî şeş milyar dînar bi mebesta dirustkirina 348 polên nû yên xwendinê ji bo dibistanan li hemû parêzgeh û îdareyên serbixwe.”

Her wiha eşkere kir, di Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê 452 jûrên nû yên xwendinê hatine dirustkirin, ev terxankirina nû ya ji bo 348 jûrên din ên xwendinê, di çarçoveya plana berfirehkirina jêrxana perwerdehiyê de ye.

Di dema borî de bi biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi qasî 46 milyar û 600 milyon dînar hatibû terxankirin ji bo nûjenkirin û dirustkirina avahiyên nû yên dibistanan, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî jî 200 dibistan li seranserê Herêma Kurdistanê nûjen kirin û karên wan di qonaxa dawî de ne.