Parlamenterekî YNK’ê ji hewleke terorkirinê rizgar bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Iraqê Mela Kerîm di nava baregeha navendî ya Hemrînê li bajarokê Xurmatûyê de ji hewleke terorkirinê rizgar bû.

Li gorî agahiyên peyamnêrê K24ê, grûpeke çekdar êrişî baregeha YNKê ya li Hemrînê kir û gule reşandin.

Jêderekî ji K24ê re ragihand, di encama gulebaranê de kesek birîndar bûye.

Derbarê sedema êrîşa ser baregeha YNKê û hewla terorkirina parlamenterê YNKê de, wî jêderî got: “Li Xurmatû ji aliyê komekê ve hewl hat dayîn Heşda Kurdî ‘Heşda Caş’ bê avakirin, tê gotin ku Mela Kerîm rê li ber avakirina wê Heşdê girtiye, ji ber wê jî îro komekê hewl dane ku wî di nava navenda YNKê de teror bikin.”

Ofîsa Mela Kerîm di daxuyaniyekê de got: “Em welatiyan piştrast dikin ku rêheval Mela Kerîm sax e û ji hewla terorkirinê ya li nava navenda Hemrînê rizgar bû.”