Li Wanê meş û çalakî bo du rojan hatin qedexekirin

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi biryara parêzgariyê meş, çalakî û civînên li derve 2 rojan hatin qedexekirin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi biryara parêzgariyê meş, çalakî û civînên li derve 2 rojan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Wanê bi daxuyaniyekê ragihand ku rojên Şemî û Yekşemê 12 û 13ê Tebaxê biryara qedexeya çalakiyan hate dayîn.

Di nav wan çalakiyan de meş, kampanyayên îmzeyan, çêkirina anketan, vedana kon û standan, daxuyaniyên çapemeniyê, belavkirina belavokan, xwepêşandan, çalakiyên rûniştinê û civînên bikom ên li derve 2 rojan hatine qedexekirin.

Parêzgariya Wanê dibêje ku qedexe “ji bo rêgirtina li êrişan”, “parastina can û malê welatiyan”, “jinavbirina rêxistinên terorê” û “pêkanîna ewlehiya niştîmanî” hatiye ragihandin.

Li gorî daxuyaniyê, qedexe wan çalakiyan li xwe nagire ku bi destûra parêzgariyê ne.