Çekdarên PKKê li sînorê Amêdiyê teqe li hêzên Pêşmerge kirin

Çekdarên PKKê li sînorê qezaya Amêdiyê teqe li xaleke pişkinînê ya hêzên Pêşmerge kirin û hêzên Pêşmerge bersiva teqeyan da.

Duhok (K24) – Çekdarên PKKê li sînorê qezaya Amêdiyê teqe li xaleke pişkinînê ya hêzên Pêşmerge kirin û hêzên Pêşmerge bersiva teqeyan da.

Jêderekî agahdar ji navçeyê ji Kurdistan24ê re ragihand: “Vê sibê çekdarên PKKê teqe li xaleke pişkinînê ya Pêşmerge kirin, ji aliyê hêzên Pêşmerge bersiva wan hat dayîn, xweşbextane ti ziyanekî negihiştiya Pêşmergeyan, lê ziyanên PKKê nayên zanîn.”

Her wiha eşkere kir: “Bi mebesta parastina rewşa ewlehiya navçeyê, hêzên Pêşmerge xaleke pişkinînê li sînorê Amêdiyê danîne, diyar e ji çekdarên PKKê re ne xweş e ku rewşa ewlehiya navçeyê aram be û asayîş berqerar be, loma li hember danîna wê xalê teqe kirine.”

Heman jêder diyar kir: “Çekdarên PKKê ji bilî ku bûne sedema bombebaran û topbarankirina navçeyê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve, dixwazin hêzên Pêşmerge li wê derê nebe ku li gor yasayan tenê Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê dikarin deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê biparêzin.”