Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Balyozê Kanada li Iraqê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 13ê Tebaxa 2023an, pêşwazî li Balyozê Kanada li Iraqê Gregory Galligan kir ku bi boneya bidawîhatina erkê wî serdan kiribû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya kar û hewlên Balyozê Kanadayê ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Kanadayê de kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê bê de jê re xwast.

Balyozê Kanadayê pêzanînên xwe ji bo hevahengî û hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Balyozxaneya Kanadayê nîşan da.

Giringiya lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de, çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de û dabînkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê, beşeke din a gotûbêjên hevdîtinê bûn ku Berpirsa Balyozxaneya Kanada ya li Hewlêrê Tammy Amiz amade bû.