Serok Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Hêzên Hevpeymanan kir

Serok Barzanî li Selahedîn pêşwazî li şandeke bilind a Fermandariya Giştî ya Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê kir, ku ji Fermandarê berê General Matthew McFarlane û Fermandarê nû yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Joel Vowell pêk hatibû.

Hewlêr (K24) – Serok Barzanî li Selahedîn pêşwazî li şandeke bilind a Fermandariya Giştî ya Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê kir, ku ji Fermandarê berê General Matthew McFarlane û Fermandarê nû yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Joel Vowell pêk hatibû.

Îro Duşemê 14ê Tebaxa 2023an, Baregeha Barzanî daxuyaniyek belav kir, ku tê de hatiye, Serok Barzanî li Selahedîn pêşwazî li şandeke bilind a Fermandariya Giştî ya Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê kir, ku ji Fermandarê berê General Matthew McFarlane û Fermandarê nû yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Joel Vowell pêk hatibû.

Baregeha Barzanî eşkere kir, di hevdîtinê de General McFarlane ku erkê wî bi dawî bûye û ji bo xatirxwestin û nasandina fermandarê nû yê hêzên Hevpeymanan serdana Serok Barzanî kiribû, xweşhaliya xwe ragihand ku di dema borî de bi awayekî serkeftî karê hevahengî û hevbeşiya ligel hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê encam dane û pêzanînên wî ji bo rola hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî terorîstan de hebûye.

Di daxuyaniya Baregeha Barzanî de tekezî li wê yekê hatiye kirin ku di qonaxa dahatû de jî hêzên Hevpeymanan ligel hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê di hevahengiya berdewam de dibin, her di vê hevdîtinê de Serok Barzabî spasiya erk û xebatên General McFarlane kir û bixêrhatina Fermandarê nû yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Joel Vowell kir û tekezî li hevbeşî û hevahengiya navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Hevpeymanan kir.

Di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Irvin Hicks jî amade bû ku dawiya erkê wî yê li Herêma Kurdistanê hatiye û xatir ji Serok Barzanî xwest û dilxweşiya xwe nîşan da ku di dema borî de li Herêma Kurdistanê kar kiriye. Rûbirûbûna teror û gotûbêjkirina çend mijarên din ên ewlehiyê, beşeke din a civînê bûne.