TDK-TEVGER û PAK: Em 77emîn salvegera damezrandina PDKyê pîroz dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER) û Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) îro di salvegera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de peyameke pîrozbahiyê ya hevbeş belav kir û tê de ragihandin, “Xebata PDKyê ne bes li Başûrê Kurdistanê, herweha li her sê perçeyên din ên Kurdistanê jî di geşkirin, vejîn û di xwe nûkirina doza azadîya Kurdistanê de roleke dîrokî lihîstîye.”

Daxuyaniya TDK-TEVGER û PAK:

PDK di 16yê Tebaxa 1946ê de hate ava kirin û îro 77emîn salvegera damezrandina PDKyê (Partîya Demokrat a Kurdistanê) ye.

Gava ku em behsa PDKyê dikin di eslê xwe de em behsa organîzasyoneke zindî, berdewam, têkoşer dikin. PDK bi ketin û rabûnên xwe, bêyî rawestan, bi sebir, bi hişmendîyeke netewî heta îro hatîye.

PDK, berdewamî û beşeke têkoşîna azadîya Kurdistanê ye.

PDK, hîmeke esasî ye di avakirin û hûnandin û pêşedebirina hişmendî, hest û bîr û bawerîya netewî, niştimanî ya Kurdistanî ye.

PDK aktorê Peymana Otonomîyê ya 1970yî ye.

Dewleta Federe ya li Başûrê Kurdistanê ku îro rûmeta me hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê ye.

PDK yek ji damezranerên esasî yê vê destkeftina neteweyî, niştimanî ye.

PDK, hurmetkar û bar hilgirekî wê Alaya Pîroz ya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kiribû ye.

Xebata PDKyê ne bes li Başûrê Kurdistanê, herweha li her sê perçeyên din ên Kurdistanê jî di geşkirin, vejîn û di xwe nûkirina doza azadîya Kurdistanê de roleke dîrokî lihîstîye.

Em di wê bawerîyê de ne, jibo ku li her sê perçeyên din ên Kurdistanê jî pirsa Kurd û Kurdistanê bi rêyên sîyasî, demokratîk, sivîl û aştîyane bê çareser kirin, jibo ku gelê me bikaribe azadîya xwe, mafên xwe yên netewî, demokratîk bidest bixe, dê PDK rola xwe ya maqûl, netewî û dîrokî bilehîze.

Em di wê bawerîyê de ne ku, PDK ji îro pê ve jî, ji bo yekitîya navxweyî ya li Başûrê Kurdistanê, jibo lêxwedîderketin û pêşdebirina hemû destkeftîyên li Herêma Kurdistanê, bi fedekarî, bi hestyarî û bi hesasîyeteke netewî, û niştimanî, bi awayekî berpirsyarane helwest û rola xwe ya heyî dê berdewam bike.

Bi van hestên xwe yên netewî , niştimanî em 77 salîya damezrandina PDKyê pîroz dikin.

Em di 77emîn salvegera damezrandina PDKyê de rêberê gelê Kurdistanê Mele Mistefa Barzanîyê nemir û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.

16.08.2023

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER)

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)