Ervin Hicks: Me karî peywendiyên Amerîka û Kurdistanê kûrtir û berfirehtir bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê berê li Herêma Kurdistanê ragihand, wan di sala derbasbûyî de kariye pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de kûrtir û berfirehtir bike.

Konsulê berê yê Amerîkayê Ervin Hicks îro danê sibê di peyameke vîdyoyî de ku li hejmara fermî yê Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê “Twitter” hatiye belavkirin, xatir ji xelkê Herêma Kurdistanê xwast.

Ervin Hicks amaje bi gotineke nivîskarê navdar William Shakespeare kir û got: “Xatirxwestin xemeke şîrîn e” û ji welatiyên Herêma Kurdistanê re got: “Ez nabêjim bi xatirê we, lê bi niyaza hevdîtinê.”

Got jî: “Ez ê her dem rêzê li hevaltî û hembêzkirina germ a ku we di dirêjahiya vê sala ku ez wekî Konsulê Giştî li vir bûm, daye min bigirim.”

Ervin Hicks erkê xwe ya di dema borî de li Herêma Kurdistanê weke “nayê jibîrkirin” bi nav kir û got, di vê demê de tîma Konsulxaneya Giştî ya Amerîka li Herêma Kurdistanê “karibû pêwendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de kûrtir û berfirehtir bike.”

Konsulê berê yê Amerîka li Herêma Kurdistanê hêviya serkeftinê ji bo gelê Herêma Kurdistanê û bi taybetî dostên wî yên nû li Hewlêr, Duhok, Silêmanî û Helebce xwast û di dawiya peyama xwe de got: “Mala Yekgirtî, her gav bipêş dikeve.”

Ervin Hicks wek Konsulê Giştî yê nû yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê di nîvê Tebaxa 2022an de li şûna Roberto Palladino dest bi kar kiribû û niha dema erkê wî bidawî hat.