Hevpeymaniya Navdewletî: Êrîşên DAIŞê li Iraq û Sûriyê kêm bûne

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand, îsal êrîşên DAIŞê li Sûriyê kêm bûne. Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan jî dibêje, tenê di 13 rojên destpêka Tebaxê de DAIŞê 11 êrîş li navçeyên HSDê encam dane.
Hêzên Amerîkî
Hêzên Amerîkî

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand, îsal êrîşên DAIŞê li Sûriyê kêm bûne. Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan jî dibêje, tenê di 13 rojên destpêka Tebaxê de DAIŞê 11 êrîş li navçeyên HSDê encam dane.

Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê General Matthew McFarlane di konferansek rojnemevanî de ragihand, îsal êrîşên DAIŞê li Sûriyê û Iraqê li gor sala borî ji %65 kêm bûne û êrîşa herî dawî ya mezin a DAIŞê di sala 2022an de li Zindana Xiwêran a li Hesekê bûye û ji wê demê ve, DAIŞê ti êrîşeke mezin nekiriye.

General Matthew McFarlane tekez kiriye ku ew di piştevanîkirina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ji bo şerê li dijî DAIŞê berdewam dibin û hêzên wan li Sûriyê tenê girîngiyê didin şerê dijî DAIŞê.

Herwiha derbarê Kampa Holê de jî diyar kir, îsal hejmara êrîşan li Kampa Holê kêmtir bûne û pêşketine jî di dosyeya veguhestina welatiyên biyanî de çêdibe, niha hejmara nişteciyên wê kampê ji 53 hezaran, daketiye 48 hezaran, tekez jî kir ku rewşa kampê beşeke girîng e di şerê jinavbirina DAIŞê de, ew jî ji bo peydakirina rewşeke ewle û gihandina alîkariyan ji bo wê kampê.

Li aliyekî din, Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de eşkere kir, yekîneyên dijî terorê yên ser bi HSDê, bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî operasyoneke ewlehiyê ya taybet li navenda Reqayê pêk anîne û serkirdeyekî mezin ê DAIŞê kuştine û dest danîn ser çek û alavên serbazî yên di mala ku tê de bû.

Di destpêka meha Tebaxê de jî, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kiribû, ji destpêka îsal ve HSD û Hevpeymaniya Navdewletî 58 operasyon li dijî şaneyên DAIŞê yên li bakurê rojhilatê Sûriyê pêk anîne, ku di encamê de 13 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 473 kes jî hatine girtin.

Herwiha amaje bi 102 êrîşên DAIŞê jî li navçeyên di destê HSDê de kiribû û dabû zanîn ku di encama wan êrîşan de 73 kes hatine kuştin ku 14 ji wan sivîl in.