Serok Barzanî bi nûner û berpirsên PDKê re civiya

Serok Barzanî ligel wezîr û endamên Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên li Parlamentoya Iraqê û berpirsên PDKê yên li Bexdayê civiya.

Hewlêr (K24) – Serok Barzanî ligel wezîr û endamên Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên li Parlamentoya Iraqê û berpirsên PDKê yên li Bexdayê civiya.

Roja Pêncşemê 17ê Tebaxa 2023an, Serok Barzanî li Selahedîn ligel wezîr û endamên Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên li Parlamentoya Iraqê û berpirsên PDKê yên li Bexdayê civiya û di civînê de rewşa siyasî û pêşhatên herî dawî hatin gotûbêjkirin.

Baregeha Barzanî ragihand, di hevdîtinê de Wezîrê Derve û Endamê Polîtburoyê Fuad Husên nêrînên giştî li ser amadekariya hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan û yasayên herî girîng ên ku di vê werzê Parlamentoya Iraqê de têne gotûbêjkirin, pêşkêş kir, ji wan; yasaya petrol û gazê, yasaya Encûmena Federal û yasaya Dadgeha Federal.

Serok Barzanî di axaftina xwe de diyar kiriye: “Em xwedî pirseke rewa ne, di hemû qonaxan de jî di proseya siyasî de her dem pabend in bi her sê bingehên tewafuq û şeraket û hevsengiyê, di heman demê de pêwîst e mafên destûrî yên statuya yasayî û destûrî ya Kurdistanê û gelê wê parastî be, çimkî ev herêm berhema xebateke dûr û dirêj a ji bo azadiyê ye.”