Aras Emîn: Daxuyaniyên rayedarên Iraqê bûn sedema wê yekê ku rêxistinên navdewletî alîkariyên xwe bibirin

Hewlêr (K24) – Berpirsekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand, dewlemeniya Iraqê wisa kiriye ku Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên navdewletî, Iraqê wek dewleteke hejar nebînin û alîkariyên xwe ji bo aware û penaberan bibirin.

Serperiştyarê Kampa Awareyan a Parêzgeha Duhokê yê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Aras Emîn ji Kurdistan24ê re ragihand, daxuyaniyên rayedarên Iraqê yên li ser wê yekê ku xwedî zêdetirî sed ton zêr in û 100 milyar Dolar yedegên wan hene, wisa kiriye ku Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên navdewletî, Iraqê wek welatekî hejar nebînin û alîkariyên xwe yên ji bo aware û penaberan kêm bikin an jî bi temamî bibirin.

Aras Emîn diyar kir, heta ku yek kampek jî li sînorê Duhokê mabe, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî berdewam dibe di xizmetkirina awareyan de.

Li gor amarên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, zêdetirî 925 hezar penaber û aware li Herêma Kurdistanê dijîn, ku piraniya wan li derveyî kampan dimînin.