Serok Barzanî: Pêwîst e bêyî ciyawazî xizmeta zêdetir ji bo welatiyan were kirin

Serok Mesûd Barzanî ligel hemû çînên devera Akrê civiya û ragihand, pêwîst e bêyî ciyawazî xizmeta zêdetir ji bo welatiyan were kirin.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî ligel hemû çînên devera Akrê civiya û ragihand, pêwîst e bêyî ciyawazî xizmeta zêdetir ji bo welatiyan were kirin û herwiha ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dike ji bo xizmetê ji hemû navçeyên Herêma Kurdistanê bike û xizmetguzariya zêdetir ji bo welatiyan dabîn bike.

Îro Înê 18ê Tebaxa 2023an, Serok Barzanî serdana qezaya Akrê kir û li baregeha Liqa 9 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji aliyê berpirsên PDKê û hikûmetê yên navçeyê ve pêşwaziyeke germ lê hate kirin.

Baregeha Barzanî ragihand, Serok Barzanî li qezaya Akrê di civîneke berfireh de bi beşdariya çînên cuda û kesûkarên serbilind ên şehîdan, astengdarên şer, tekoşerên wî sînorî, mamosta, kesayetên olî, kasibkar, cotkar, ciwan û jinan re civiya.

Serok Barzanî di gotareke ji bo amadebûyên civînê de bal kişand ser xizmetkirina ji deverê bi giştî û amaje bi wê yekê jî kir ku pêwîst e bêyî ciyawazî xizmeta zêdetir ji welatiyan re bê kirin û diyar kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dike ji bo xizmetê ji hemû navçeyên Herêma Kurdistanê bike û xizmetguzariya zêdetir ji bo welatiyan dabîn bike.

Derbarê pêwendiyên navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de jî Serok Barzanî amaje bi wê yekê kir ku em li gel Bexdayê gotûbêja berdewam de ne û bendewarê cîbicîkirina rêkeftinê ne ji bo parastina mafên darayî yên gelê Kurdistanê û statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûr û bingehên tewafûq û şirîkatî û hevsengiyê de.

Serok Barzanî piştre deriyê gotûbêjê ji amadebûyan re vekir û bi giringî ve guhdarî li daxwaz û pêşniyarên xelkê deverê kir.

0
0
0
0
0