Serok Barzanî gihişte Amêdiyê

Serok Mesûd Barzanî gihişte qezaya Amêdiyê û ligel hemû çînên deverê dicive.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî gihişte qezaya Amêdiyê û ligel hemû çînên deverê dicive.

Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Amêdiyê ragihand, di çarçoveya serdana xwe de bo sînorê parêzgeha Duhokê, Serok Mesûd Barzanî gihişte Amêdiyê û li Liqa 18 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ligel kadro û endamên PDKê û çînên deverê dicive, Serok Barzanî dixwaze ji nêzîk ve guh bide kêşe û daxwazên xelkê navçeyê.

Berpirsê Liqa 18 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê li Amêdiyê Berevan Hemdî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Hatina Serok Barzanî bo Amêdiyê wê yekê digihîne ku ev dever li cem Serok Barzanî girîngiya wê taybet heye, loma hemû xelkê Amêdiyê îro dixwazin beşdarî civîna Serok Barzanî bibin, bêguman hatin wî dibe mayeya guherînê ji aliyê seqamgîrî û encamdana projeyên zêdetir li vê deverê.”

Berevan Hemdî diyar kir: “Serok Barzanî ligel hemû çînên Amêdiyê dicive û guh dide gilî û gazindên xelkê.”