Rêxistinên Kurdistanî banga avakirina tifaqeke netewî dikin

Ji bo hilbijartinên Şaredariyên Tirkiyeyê Hereketa Azadî helwesta xwe diyar kir û Komeleya Şoreşger û Demokratên Kurd DDKDê jî amaje kir ku tifaqa wan a li gel HDPê jî hîn nehatiye nûkirin û tifaqa berê ji bo hilbijartinên parlementoyê bû.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Ji bo hilbijartinên Şaredariyên Tirkiyeyê Hereketa Azadî helwesta xwe diyar kir û Komeleya Şoreşger û Demokratên Kurd DDKDê jî amaje kir ku tifaqa wan a li gel HDPê jî hîn nehatiye nûkirin û tifaqa berê ji bo hilbijartinên parlementoyê bû.

Beriya ku pêvajoya bangeşiyê ya Hilbijartinên Şaredariyan dest pê bike rêxistinên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê jî hêdî hêdî dest bi xebatên xwe dikin û helwestên xwe û pîvanên xwe yên bo cihgirtina di tifaqekê de jî diyar dikin. Di vê çarçoveyê de Hereketa Azadî jî helwesta xwe diyar kir.

Hereketa Azadî ya ku di hilbijartinên parlementoyê de li gel HakParê cih girtibû biryar daye ku di hilbijartinên şaredariyê yên 31ê Adara 2024an de tê li darxistin de dîsa piştgiriya HakParê dike û dixwaze tifaqa wan berfirehtir bibe.

Serokê Hereketa Azadî Metîn Pîranî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Em dixwazin tifaqa me ya li gel HakPar û Partiya Demokrata Kurd hatî pêkanîn birfireh bibe û xeteke neteweyî were avakirin. Xuya ye dê tifaqa me di hilbijartinên şaredariyan de jî bidome.”

Komeleya Şoreşger û Demokratên Kurd jî ku li gel HDPê tifaqek pêk anîbû û di hilbijartinên 2018 û 2019ê de li gel HDPê tifaq kiribû dide zanîn ku hîn nediyar e dê tifaqa wan bidome an ne lê rayedarên DDKDê banga avakirina xeteke neteweyî dikin.

Cîgirê Serokê DDKDê Abdulhay Okumuş ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Wek DDKD em dixwazin tifaqeke neteweyî were avakirin. Tifaqa ku me bi HDP re pêk anî bû bo hilbijartinên parlementoyê bû ku piştî hilbijartinê jî hilweşiya. Berdewamiya wê tifaqê jî hîn nediyar e.”

Bal tê kêşan ku bernameyên partî û rêxistinên Kurdistanî kêmzêde wek hev in lê ti caran nekarîne tifaqeke berfireh di hilbijartinan de pêk bînin ku ev mijar dê pêvajoya bangeşiya hilbijartinan de gelek were nîqaşkirin.