Serok Barzanî li Amêdiyê ligel çînên cuda yên deverê civiya

Serok Barzanî li qezaya Amêdiyê ligel çînên cuda, Pêşmerge, hilgirên Madelyaya Barzanî, kesayetên civakî, pêkhate û berpirsên partî û hikûmet û cemawera deverê û Liqa 18 ya Amêdiyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) civiya.

Hewlêr (K24) – Serok Barzanî li qezaya Amêdiyê ligel çînên cuda, Pêşmerge, hilgirên Madelyaya Barzanî, kesayetên civakî, pêkhate û berpirsên partî û hikûmet û cemawera deverê û Liqa 18 ya Amêdiyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) civiya.

Îro Şemiyê 19ê Tebaxa 2023an, Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, di civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyan kir û bal kişande ser xebat û têkoşîn û qurbanîdana vê deverê di qonaxên şoreşê de û pêzanîna wî ji bo qurbanîdan û xebata xelkê wê deverê hebû û behsa wê yekê kir, ji bo guhdarîkirina fikr û nêrîn û daxwaz û kêşeyên xelkê, çûye deverê.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Serok Barzanî wek pêwîst dizane ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û partiyan "xizmetkarê miletê xwe bin" û diyar dike, "aliyên pêwendîdar û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewla xwe dane û didin ji bo ku destê avedanî û xizmetkirina zêdetir bigihe devera Amêdiyê".

Serok Barzanî behsa wê yekê kiriye ku hinek girift ji ber rewşa ewlehiyê li devera Amêdiyê hene, “çunkî hinek cih û gundên vê deverê ji ber ewlehiyê nekarîne destê xizmetkirinê bigihe wan û ev jî bûye sedema kêmbûna derfetên kar li sînor û lawaziya sektora taybet".

REWŞA NAVXWE YA HERÊMA KURDISTANÊ Û PÊWENDIYÊN HEWLÊR Û BEXDAYÊ

Li ser rewşa Iraqê û pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, di civînê de Serok Barzanî kurteyeke dîrokî li ser pêwendiyên navbera Herêm û Bexdayê ya piştî rûxana rejîmê behs kir û tekezî li wê yekê kir ku "em di hewldanên xwe de berdewam dibin ji bo çareserkirina kêşeyan û ji bo vê mebestê gotûbêj didomin û em hêvîdar in ji bo çareserkirina nakokiyan".

Serok Barzanî diyar dike, “Pêwîst e rêz li rêkeftinan û li destûrê were girtin û aliyên Iraqê bingehên şeraket û tewafûq û hevsengiyê li ber çavan bigrin".

Herwiha Serok Barzanî di gotara xwe de li ser rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand, "hebûna fikr û ramanên cuda di nav aliyên siyasî yên Kurdistanê de mijareke sirûştî ye, lê belê divê hemû alî li ser parastin û bihêzkirina statuya Herêma Kurdistanê û berjewendiyên Herêma Kurdistanê û welatiyên Herêmê kok bin".