Mustafa Ozçelîk: TDK-TEVGERê û PAKê gaveke girîng û dîrokî ye

Mustefa Ozçelîk
Mustefa Ozçelîk

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk radigihîne, ew wek PAK û TDK-TEVGER di 9 û 10ê îlona 2023yê da li Diyarbekir kongreya xwe ya yekitîyê lidar bixin û ew ê bi hev re partîyeke nû ava bikin.

Li Nûneratîya Stenbolê ya PAKê, îro 19.08.2023an civîneke danasînê ya di derbarê biryara yekitîyê ya PAKê û TDK-TEVGERê da hate li dar xistin.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk, di derbarê biryara yekitîyê ya PAKê û TDK-TEVGERê de ragihand, ew wek PAK û TDK-TEVGER di 9 û 10ê îlona 2023yê da li Diyarbekir kongreya xwe ya yekitîyê lidar bixin û ew ê bi hev re partîyeke nû ava bikin.

Mustafa Ozçelîk bal kişand ser wê yekê ku li Bakurê Kurdistanê pêwîstî bi partîyeke xurt, girseyî ya milî, demokrat, azadîxwaz, Kurdistanî heye û yekitîya TDK-TEVGERê û PAKê di vê rêyê de, gaveke girîng û dîrokî ye.

Mustafa Ozçelîk di berdewamîya axaftina xwe da wiha got: “Piştî avakirina partiya me ya nû jî, em ê herdem amade bin ku bi partî, tevger, rexistinên ku wek me, nêzî me difikirin ra bibin yek.”

Mustafa Ozçelîk bangî kadroyên serbixwe yên milî, demokrat, azadîxwaz, Kurdistanî kir, da ku bibin xwedî û beşeke vê partîya nû.

Mustafa Ozçelîk di axaftina xwe da girîngîya adreseke milî, demokratîk li Bakure Kurdistanê anî ziman û weha dewam kir: “Ji ber ku HDP û HUDAPAR xwe wek partîyên neteweyî, Kurdistanî pênase nakin, li Bakurê Kurdistanê, pêwîstîyeke esasî jî ew e ku, divê li ser esasê prensîbên neteweyî, niştimanî ji derveyî van partîyan adreseke, platformeke milî, demokratîk Kurdistanî bê ava kirin. Ev adresa divê hem ji bo armancên stratejik, hem jî ji bo daxwazên acîl ên miletê Kurd xwedî bername be. Û divê ne li ser esasê dijminatîya van partîyan, lê bi parastina bernameya xwe û bi xebata di nav gel da xwe bi gel bide qebûl kirin. Ev adresa milî, demokratîk divê nekeve bin sîya sîyaset û helwestên ne neteweyî yên van partîyan, lê divê ji bo berjewendîyên miletê me, li gel her alîyekî peywendîdar, ji hemû dîyalogan ra jî vekirî be.”

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk di dawîya axaftina xwe de got: “Li gel hemû şerdên zehmet jî, li gel vê şikestina li Bakurê Kurdistanê heyî jî, divê em bi xwe û bi doza meşrû ya miletê xwe bawer bin. Divê bêwestan, bi biryardarî û bi fedakarî van tiştên ku em dibêjin û ji xwe re dikin armanc, bi hêz û dînamîzma ciwanan, jinan û bi tecrubeya kadroyên Kurdistanî pêk bînin û emê pêk bînin jî.”