Messi rêberiya “Inter Miami” dike û yekem nasnavê xwe li Amerîka bidest dixe

Navenda Nûçeyan (K24) – Messi bi Inter Miami re nasnavê xwe yê yekem li Amerîkayê bidest xist, piştî ku di fînalê de bi penaltiyan Nashville têk bir.

Tîma Inter Miami Îro berbanê di fînala Kupaya Lîgeya Amerîkî – Meksîkî de rûbirûyî tîma Nashville bû û Tîma Inter piştî yeksanbûna (1 - 1), bi penaltiyan (10 - 9) Nashville têk bir.

Destpêkê Messi di xuleka (23) de gela Inter Miami tomar kir. Nashville jî gola wekheviyê di xuleka (57) de anî.

Piştî ku dema orijenal (1 - 1) bidawî bû, her du tîm çûn penaltiyan û Inter Miami bi encama (10 - 9) biser ket û ji bo cara yekem di dîroka xwe de Kupaya Lîgeya Amerîkî – Meksîkî bidest xist.

Messi di (7) maçên ku lîstiye de, (10) golan tomar kirin û xelata golkar û lîstikvanê herî baş ê vê pêşbirkê jî wergirt.

Her weha Messi rekorek dîrokî tomar kir ku nasnavê xwe ya hejmar (44) di kariyera xwe ya futbolê de zêde kir, ku di heyama di navbera 2004 û 2023 de, bû lîstikvanê herî zêde nasnav wergirtin e.

Messi vê havînê piştî bidawîbûna girêbesta wî bi Paris Saint-Germain re, bi veguhezek azad ji  çû Inter Miami ya Amerîkî.