Du top li gundê Guherzê yê li Amediyê ketin

Navenda Nûçeyan (K24) – Du top li gundê Guherzê yê li navçeya Dêrelûkê ya li Amêdiyê ketin û tenê ziyanên madî çêbûn.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, îro Yekşemê (20.08.2023) danê êvarê 2 top li gundê Guherze ketin tenê ziyanên madî derketin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê got, heta niha nayê zanîn kê ew gule top avêtine.

Di dema borî de çend caran bûyerên bi vî rengî li gundê Guherzê yê rû didin.

Dubarebûna topbaran û bombebarankirina deverê, tirs û nîgeranî di nava gundiyan de peyda kiriye û jiyan û berjewendiyên wan li devera wan dixe metirsiyê.

Ji ber hebûna çekdarên PKKê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, artêşa Tirkiyê dem bi dem wan deveran bombebaran bike û ji bilî ziyanên canî û madî, ziyanên mezin gihîşte navçeyên çandinî û geştiyariyê.