Li Efrînê grûpên çekdar 18 kes desteser kirin

Grûpên çekdar li bajarê Efrînê 18 kes ji ber nebeşdariya wan a di xwepêşandanên dijî biryara Amerîkayê de desteser kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar li bajarê Efrînê 18 kes ji ber nebeşdariya wan a di xwepêşandanên dijî biryara Amerîkayê de desteser kirin.

Medyaya navxwe ya Sûriyê belav kiriye, çekdarên grûpa Sultan Şah avêtine ser malên welatiyên bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê û 18 welatî girtine, ji ber nebeşdariya wan di xwepêşandanên dijî biryara Amerîkayê ya derbarê sepandina sizayayn bi ser grûpên 'Emşat û Hemzatê de.

Herwiha li gor medyaya Sûriyê duh jî grûpên çekdar 16 fermanber li Serê Kaniyê bi heman tometê girtine.

Roja Pêncşemê 17ê Tebaxa 2023an, Wezareta Gencîne ya Amerîkayê ragihand, ji ber çewisandin û binpêkirina mafên mirovan û derbederkirina welatiyên Kurd ên li Efrînê, grûpên çekdar ên Lîwaya Suleyman Şah, Grûpa Hemzat û sê ji serkirdeyên wan grûpan û kompaniyeke yek ji wan serkirdeyan, xistin nav lîsteya sizayan.

Di daxuyaniya Wezareta Gencîne ya Amerîkayê de hatiye diyarkirin, Lîwaya Suleyman Şah nişteciyên Kurd ên Efrînê kirine armanc û çendîn binpêkirin li dijî mafên mirovan encam dane.

Wezaretê bal kişandiye ser wê yekê ku grûpên çekdar xelkê Kurd li Efrînê revandine û neçar kirine ku mal û milkê xwe bi cih bihêlin, an jî gelek pere ji bo azadkirina mal û milk û endamên malbata xwe bidin.

Behsa wê yekê jî hatiye kirin ku herêma Efrînê heta radeyeke bilind ji aliyê grûpên çekdar ve hatiye kontrolkirin, ku piraniya wan tundûtûjiyê bi kar tînin li hember xelkê. Van grûpên çekdar êş û janên xelkê zêde kirine ku ji ber çendîn salên şerê navxwe li bakurê Sûriyê dirust bûye û rêgirî li vejandina navçeyê kirine bi beşdarbûna binpêkirina cidî ya mafên mirovan li dijî nişteciyên herêmê.