Serok Barzanî ligel rêxistinên civaka sivîl a devera Badînanê civiya

Di berdewama serdana xwe de bo devera Badînan û civîna ligel çînên civakê, roja duşemê 21ê Tebaxa 2023an, li navçeya Sêmêl, Serok Mesûd Barzanî ligel rêxistinên cemawerî û pîşeyî û çalakvan û medyakar û werzişvanan û rêxistinên civaka sivîl a devera Badînanê civiya.

Hewlêr (K24) – Di berdewama serdana xwe de bo devera Badînan û civîna ligel çînên civakê, roja duşemê 21ê Tebaxa 2023an, li navçeya Sêmêl, Serok Mesûd Barzanî ligel rêxistinên cemawerî û pîşeyî û çalakvan û medyakar û werzişvanan û rêxistinên civaka sivîl a devera Badînanê civiya.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyan kiriye û ronahî xistiye ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û mijara hilbijartinê û ew yek dubare kiriye ku hemû hewldanên xwe dikin, da ku kêşeyên siyasî çareser bibin û bi pêwîstî zanî ku ji bo yekbûn û yekrêzî pêk were, aliyên siyasî astengiyê ji bo armancên stratejîk û doza rewa ya miletê me dirust nekin.

Serok Barzanî tevî amajekirina bo mijara hilbijartinan, bawerî û dengê gel wek pîvera sereke ya ji bo hikumdariyê bi nav kir.

Di beşeke din a axaftina xwe de Serok Barzanî kurteyeke dîrokî di pêwendiya navbera Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal a bîst salên borî de behs kir. Herwiha bal kişand ser pabendnebûna destûrê û rêznegirtina li rêkeftinan û hewlên ji bo dirustkirina astengiyan bo Herêma Kurdistanê û diyar kir,  ku ew hewldan dibin sedema kûrtirbûna kêşeyan û ti encameke wan jî nabe. Herwiha li ser vê mijarê, Serok Barzanî tekez kir ku ew roj nema ku kesek an aliyek bifikire ku hebûna Herêma Kurdistanê nehêle, ku bi xwîn û rondikên miletê me hatiye damezrandin.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de behsa hewl û projeyên Hikûmeta Herêmê kir û ragihand, hikûmet kar û bernameyên bingehîn ên baş encam dane ji bo nehiştina sedemên koç û bêkarî û herwiha dîtina çavkaniyên din ên dahat û jiyana ji bo welatiyan û girîngiyeke mezin daye sektorên çandinî û geştûguzarî û avedankirina wan cihên ku ji ber sedemên ewlehiyê destê avedankirinê negihiştiye û daxwaz kir, hemû alî hevkarên hikûmetê û piştevan bin, çunkî hikûmet ya we ye û milkê gel e.

Di dawiya axaftina Serok Barzanî de, deriyê gotûbêjê hat vekirin û amadebûyan daxwaz û pirsyar û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin û Serok Barzanî jî bersiv û zelalkirina pêwîst da. (Her wek Baregeha Barzanî di daxuyaniyê de diyar kiriye.”

78

8
786
768
78