Serok Barzanî ligel mela û kesayet û rûspiyên Duhokê civiya

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, îro duşemê 21ê Tebaxa 2023an, li bajarê Duhokê, Serok Barzanî ligel mela û kesayet û rûspî û dikandarên Duhokê civiya.

Hewlêr (K24) – Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, îro duşemê 21ê Tebaxa 2023an, li bajarê Duhokê, Serok Barzanî ligel mela û kesayet û rûspî û dikandarên Duhokê civiya.

Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, di civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û di destpêka axaftina xwe de ronahî xiste ser rewşa siyasî ya Herêmê û ragihand, her dem kar ji bo wê yekê kiriye ku û xwazyar e ku yekbûn û yekrêzî di nav aliyên siyasî de hebe, çunkî serkeftin di yekbûnê de ye. Lê belê mercê sereke yê yekbûnê, bawerbûba hemû aliyan e bi serfiraziya gelê Kurdistanê û doza wî ya rewa.

Serok Barzanî tevî balkişandina ser dîroka hewldana ji bo jinavbirin û dûrxistina gelê Kurdistanê ji aliyê dewleta Iraqê ve di sedsala borî de, behsa wê yekê kir ku piştî 2003an derfeteke baş hate holê ji bo li ser bingeha şirîkatî û wekhevî û lihevkirin û pabendbûna bi destûrê, kêşe werin çareserkirin, lê belê cihê mixabiniyê ye ku heta niha jî rêz li destûr û rêkeftinan nayê girtin û bi rêya guherandina yasayan hindek hewl li holê ne ji bo lawazkirin an nehiştina Herêma Kurdistanê.

Herwiha diyar kir, êdî ew roj nema kesek bikare kar ji bo nehiştina hebûna Herêma Kurdistanê bike ku berhema xebata gelê Kurdistanê ye.

Serok Barzanî destnîşan kir, divê gelê Kurdistanê pişta xwe bi xwe û bi şiyanên xwe girê bide û ji bo vê mebestê jî di bernameya Hikûmeta Herêmê de heye ku çavkaniyên dahatê li Herêma Kurdistanê berfirehtir bike û derfeta kar ji bo ciwanan pêk bîne.

Di berdewama axaftina xwe de Serok Barzanî behsa wan rewşên dijminkariyê kir ku bi niyaza belavkirina bêhêvîbûn û nehiştina hestê niştimanperwerî û herwiha metirsiya belavkirina maddeyên hişber di nav xelkê de.

Li ser van mijaran, Serok Barzanî daxwaz ji mela û mamosteyan kir ku ji bo belavkirina hişyariya netewî û niştimanî û kûrtirkirina bingehên pêkvejiyana siyasî û olî û civakî û dîndariya rasteqîn û rûbirûbûna hizra tundrewiyê bixebitin.

Di beşa dawî ya civînê de deriyê gotûbêjê hat vekirin û Serok Barzanî bersiva pirsyar û pêşniyarên amadebûyên civak da.