Kardînal Luîs Sako: Eger Serokomar parêzerê destûrê bûya, dest ji nasnameya xwe Brîtaniyê berdida

Serokê Dêra Katolîk a Kildaniyan a li Iraq û Cîhanê Kardînal Luîs Sako dibêje, Serokomarê Iraqê destûr û yasa binpê kirine û "eger bi rastî parêzerê destûrê bûya, dest ji nasnameya xwe ya Brîtaniyê berdida, wek çawa Serokomarê berê yê Iraqê kiribû".

Hewlêr (K24) – Serokê Dêra Katolîk a Kildaniyan a li Iraq û Cîhanê Kardînal Luîs Sako dibêje, Serokomarê Iraqê destûr û yasa binpê kirine û "eger bi rastî parêzerê destûrê bûya, dest ji nasnameya xwe ya Brîtaniyê berdida, wek çawa Serokomarê berê yê Iraqê kiribû".

Îro Sêşemê 22ê Tebaxa 2023an, Serokê Dêra Katolîk a Kildaniyan a li Iraq û Cîhanê Kardînal Luîs Sako di peyameke vîdeoyî de ragihand: “Serokomarê Iraqê ku sond xwariye destûra Iraqê biparêze, destûr û yasa binpê kirine. Em di vê demê de çendîn daxuyaniyên cuda ji rayedarên hikûmeta Iraqm dibihîzin, derbarê hêza yasa û girîngiya wê de ji bo parastina hemû welatiyan bêyî ciyawazî, li welatên ku yasa têne peyrewkirin, yasa navnîşana desthilata gel e, lê belê mixabin li welatê me wisa nîne”.

Li gor gotina Kardînal Luîs Sako, li Iraqê "yasa tenê bi ser welatiyên asayî de têne sepandin, ne li ser rayedaran" û dibêje, "Serokomar sond xwariye ku parêzerê destûrê be, lê belê tiştê rûbirûyî min bûye, binpêkirina yasa û destûrê bû, bi taybetî bi vekişandina gelek ecêb a wê mersûma serokatiyê ku beriya 10 salan hatibû derkirin û tê de ez weke Serokê Dêra Kildanî hatime diyarkirin".

Ev di demekê de ye ku Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd bi biryara komarî (31) di 3ê Tîrmeha 2023an de, biryara hejmara (147) a Komarî ya sala 2013’an, ya taybet bi tayînkirina Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê Kardînal Luis Sako hilweşandibû.

Li ser vê kêşeyê, siyasetmedarê Iraqî Yonadam Kenna ji malpera “Dengê Xwe Bilind Bike” re gotibû: “Tevgera Babiliyon (Tabûrên Xiristiyanan di nav Hêzên Heşda Şeibî de) ji Serokatiya Komarê daxwaz kiriye ku biryara tayînkirina Kardînal Louis Sako hilweşîne.”

Kenna tekez dike ku “ti nakokî di navbera aliyên pêkhateya Xiristiyanan de li Iraqê nîne, lê ev yek ji ber krîzeke siyasî di navbera Xiristiyanan û Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê de ye.