Fuad Husên û Hakan Fîdan li Bexdayê civiyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan di yekem rawestgeha serdana xwe de li Bexdayê ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên civiyan.

Hewlêr (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan di yekem rawestgeha serdana xwe de li Bexdayê ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên civiyan û piştre di konferanseke rojnamevanî de naveroka civîna xwe eşkere kirin û tekezî li pêşvebirina pêwendiyên Bexda û Enqerê kirin.

Roja Sêşemê 22ê Tebaxa 2023an, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên li Bexdayê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan kir û piştî civînê di konferanseke rojnamevanî de behsa mijarên sereke tên gotûbêja xwe kirin.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand, di civînê de behsa pêwendiyên navbera herdu welatan kirine û herdu alî hevnêrîn bûne li ser pêşvebirina zêdetir a pêwendiyan û behsa wê yekê jî kir, hinek caran astengî li ber pêwendiyên herdu aliyan dirust dibin, lê belê tekez kir ku bi gotûbêjan wan kêşe û astengiyan çareser bikin.

Fuad Husên eşkere kir, di civînê de li ser pêwendiyên aborî û bazirganiyê, herwiha li ser çavkaniyên avê gotûbêj kirine, ku herdu çemên Dîcle û Firat li Iraqê hene û pêwîstiya Iraqê bi wê yekê heye ku bi awayekî dadperwerane rêjeya ava xwe werbigre. Fuad Husên eşkere kir ku Hakan Fîdan pêşniyara pêkanîna lijneyeke hevbeş kiriye li ser mijara navbera herdu welatan.

Wezîrê Derve yê Iraqê diyar kir ku ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê behsa destpêkirina hinardekirina petrolê li Bendera Ceyhanê û girêbestan kirine, herwiha di dosyeya ewlehiyê de li ser hebûna serbazên Tirkiyê li ser axa Iraqê û gefên ewlehiyê yên li ser welat gotûbêj kirine û behsa wê yekê jî kirine ku hikûmeta Iraqê pabend e bi destûrê ku rê nade ti partî û grûpekê ku bibe gef li ser welatên cîran.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ragihand, civîneke gelek baş û girîng ligel Fuad Husên encam dane û tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyan kirine.

Hakan Fîdan diyar kir, Tirkiye bi girîngiyê ve li parastina serwerî û silamtiya axa Iraqê dinêre û serederî dike û li ser vê bingehê jî dixwaze ku pêwendiyên xwe ligel Iraqê pêşve bibe û piştevaniya Enqerê jî ji bo hikûmeta Iraqê nîşan da ji bo geşepêdana welatê xwe û çespandina asayîş û hewldana ji bo pêşveçûna aborî û jêrxana welatê xwe.

Fîdan eşkere kir, ligel Wezîrê Derve yê Iraqê behsa dosyeya rûbirûbûna terorê kiriye û diyar kiriye ku "Tirkiye hemû pişgiriyên xwe ji bo Iraqê dubare dike di rûbirûbûna PKKê de û dixwaze bi fermî jî PKKê wek rêxistineke terorê binase".