Nêçîrvan Barzanî: Rewabûna Herêma Kurdistanê ji hilbijartinan tê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro çarşemê 23.08.2023an li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Wezîrê Dewletê yê Brîtanya yê ji bo karûbarên ewlekariyê Tom Tugendhat û şandeke pê re kir.

Di civînekê de ku Balyozê Brîtanyayê li Iraqê û Konsulê Giştî yê Brîtanya yê Herêma Kurdistanê amade bûn, pêşhatên dawî yên şerê dijî terorîstan û berengarbûna terorê û metirsiya DAIŞê, hilbijartin û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, koça neyasayî bo Brîtanyayê û têkoşîna li dijî maddeyên hişber hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya hevkariyên hevbeş ên Brîtanyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo kêmkirina koçberiya neyasayî û tawanên rêkxistinkirî kirin û li ser wê yekê hevfikir bûn ku ji bo rêgirtina li belavbûna maddeyên hişber li navçeyê, hevkariyeke hevbeş ya herêmî pêwîste û gavên pêwîst bên avêtin ji bo vê armancê. Her wiha di vê derbarê da behsa rêkeftineka lihevtêgihiştinê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Brîtanyayê da were îmzekirin hate kirin.

Di derbarê rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê da, her du alî li ser girîngî û pêwîstiya bihêzkirina yekrêzî û yekhelwestiya navxweyî û lidarxistina hilbijartinan hemfikir bûn. Di derbarê hilbijartinan da jî Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê pêdagire bi lidarxistina hilbijartinan û rewabûna Herêma Kurdistanê ji hilbijartinan tê.

Di civînê da her wiha pêşhatên dawî yên li herêmî bi giştî hatin gotûbêjkirin.