Serok Barzanî: Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêmê bername û planên baş encam dane

Serok Mesûd Barzanî serdana qezaya Şêxanê kir û ligel çînên cuda cuda yên wê deverê civiya.

Hewlêr (K24) – Di berdewama serdana xwe ya bo devera Badînan û civîna ligel cemawerê wê deverê de, îro çarşemê 23ê Tebaxa 2023an, Serok Mesûd Barzanî serdana qezaya Şêxanê kir û ligel çînên cuda cuda yên wê deverê civiya.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di civînê de Serok Barzanî armanca serdana xwe ya deverê eşkere kir û ji bilî balkişandina li ser pêdagiriya xelkê navçeyê bi çanda pêkvejiyanê daxwaz kir ku rê nedin hîç kesek û aliyekî biyanî û namo û lader wê çanda dewlemend têk bidin.

Serok Barzanî bal kişand li ser rewşa navxweya Herêma Kurdistanê û peywendiyên Herêma Kurdistanê û ragihand ku hemû hewlek didin ku rewşa navxwe bê çareser kirin û hemû aliyek li ser stratejiyekî neteweyî û niştimanî rêk bikevin. Eve jî xisterû ku hikûmeta nû ya Iraqî li ser bingeha rêkeftinekî giştî û berçavgirtina şeraket û tewazun û tewafuq hatiye damezrandin lê belê mixabin ew bingeh hatin piştgûh xistin. Piştî serdana şanda bilinda PDK ya ji bo Bexdayê ew çaverêyî heye girift bêne çareserkirin.

Di dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî behsa ewe kir ku pêwîste Herêma Kurdistanê xwe bi pişt bi şiyan û çavkaniyên xwe bibestê û ji bo vê mebestê jî Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bername û planên baş encam dane û derencamên wê bi diyar dikevin.

Her di gotarê da Serok Barzanî behsa wan metirsî û astengiyan kir ku li ber gelê Kurdistanê da hene, daxwaz jî kir ku hemû aliyek pêkve hevkar bin ji bo kûrkirina hesta niştimanperweriyê û hişyarkirina xelkê ji bo rûbirûyê wan plananan bibin ku civak û ciwanên me kiriye armanc.