Droneke Tirkiyê otomobîleke PKKê li parêzgeha Hewlêrê bombebaran kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Droneke artêşa Tirkiyê otomobîleke PKKê li devera Sîdekanê ya ser bi Hewlêrê ve bombebaran kir û di encamê de berpirsek û 2 çekdarên PKKê hatin kuştin.

Dijeterora Herêma Kurdistanê da zanîn, droneke artêşa Tirkiyê îro 24ê Tîrmeha 2024an, otomobîleke PKKê li ser rêya gundê Sinînê yê ser bi navçeya Sîdkanê ve kire armanc.

Li gor zanyariyên Dijeterora Herêma Kurdistanê, di encama êrîşê de berpirsekî bilind û 2 çekdarên PKKê hatin kuştin.

Ev êrîş di demekê de ye, Artêşa Tirkiyê vê dawiyê hejmarek berpirsên din ên PKKê li Herêma Kurdistanê kirine armanc.

Ajansa “Anadolu” duhî ji ser zarê jêderên ewlehiyê ragihandibû, endamê PKKê Bakir Kîna yê ku ji bo kuştina endamên artêşa Tirkiyê, hêzên ewlehiyê û MÎTê dihat perwerdekirin, li Silêmaniyê hat kuştin.

Şer û pevçûnên di navbera PKK û Tirkiyê de li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, bandereke mezin li ser jiyana xelkê kiriye û nêzîkî 800 gund û çend deverên geştiyariyê wêran û vala bûne.