Helîkoptereke Amerîkî bi 20 leşker ve li Awustralya ket

Navenda Nûçeyan (K24) – Helîkoptereke leşkerî ya Amerîkayê di dema manoreke leşkerî de li peravên Awustralya ket xwarê.

Medya Avusturalya îro 27ê Tebaxê ragihand, helîkoptereke Amerîkî ya ji cureya Osprey ku 20 leşker tê de bûn, li peravên bakurê Awustralya ket xwarê.

Medyaya Amerîkî dîyar kir, hin leşkerên ku di helîkopterê de bûn hatine rizgarkirin, dîyar kir jî di encama bûyerê de ti agahiyên piştrastkirî derbarê hebûna kuştiyan de tune ne.

Medyaya xwecihî li ser zarê Wezîrê Berevaniya Awustralya Richard Marlis ragihand, tîma helîkopterê ji ya 4 kesan pêk tê, eger heye ku canê xwe jidest dabin.

Richard Marlis diyar kir jî, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin û ji ber vê yekê manoreya leşkerî yên hevbeş di navbera Awustralya û Amerîkayê de piştî ketina helîkopterê rawestiyaye.

Ne artêşa Amerîkayê û ne jî Wezareta Berevaniyê ya wî welatî sedema ketina helîkopterê eşkere nekirine.