Nêçîrvan Barzanî ji dadwerên Kurdistanê re: Yasa desthilatê dide dadwer ku azad bibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma derçûna Xula Çarem a Peymangeha Dadwerî de gotarek pêşkêş kir û tê de got ku bûna bi dadger karekî dijwar e û berpirsiyariyeke mezin e li hember Xwedê, wijdan û mirovahiyê

Serok amaje bi wê yekê jî kir, yasa desthilatê dide dadwer ku azad be, erkê dadwerî û dadweran e ku serxwebûna xwe biparêzin. Erkê dadger e ku qebûl neke û nehêle kesek desthilatdariya xwe li ser wî ferz bike.

Di merasîma sûndxwarina Xula Çarem a Peymangeha Dadweriyê de, Nêçîrvan Barzanî got ku pirsgirêk û kêşe li pêşiya Encûmena Dadwerî hene, lê ew rijd in ku çaksazîyê tê de bikin. Herwiha tekez kir jî, divê projeyasayeke taybet bi Dozgerê Giştî yê Herêma Kurdistanê bê amadekirin û di rûniştina bê ya parlamentoyê de were pesendkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotina xwe arasteyî derçûyên Xula Çarem a Peymangeha Dadweriyê li Herêma Kurdistanê kir û got: “We karekî dijwar hilbijartiye û di vê rêya dijwar de ji we re serkeftinê dixwazim.”

Nêçîrvan Barzanî ji dadweran re got: “Hûn rasterast bi welatiyan û daxwaz û mafên wan re mijûl dibin, hûn parêzvanê mafên hemû pêkhateyên civakê û maf û milkên giştî ne.”

Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser serxwebûna dadgehan kir û got, serweriya yasayê yek ji stûnên sereke yên birêvebirina baş û serkeftî li welat e. Herwiha got: Ji bo ku baweriya welatiyan bi yasa û dadgehan hebe, divê ew piştrast bin ku mafên wan parastî ne.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got jî: Dadwerî bingehê rêvebirinê ye û parêzvanê civak û sîstema sîyasî ya her welatekî ye.