Di encama êrîşeke Îsraîlê de Firokxaneya Helebê ji kar derket

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji encama êrîşeke Îsraîlê li ser Firokxaneya Navdewletî ya Helebê de, firoke ji kar derket.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê “SANA” li ser zarê jêderî leşkerî ragihand, Îsraîlê şeva îro barbangê demjimêr 4:30 ji deryaya Sipî ji aliyê rojavayê Laziqiyê ve êrîşeke asmanî pêk anî û Firokxaneya Heleb a Navdewletî kir armanc.

Diyar kir jî, ji encama êrîşa Îsraîlê de, ziyaneke mezin gihîşt Firokxaneya Navdewletî ya Helebê û ew ji kar derket.

Pêştir jî Îsraîlê çend caran Firokxaneya Navdewletî ya Helebê armanc kiribû ku di meha Gulana borî de, 7 leşker û çekdarên Sûrî yên ser bi Îranê ve di encama êrîşên Israîlî li ser derdora bajarê Helebê de hatin kuştin kirin armanc û firokexaneya navdewletî jî ji kar derketibû.

Ji sala borî ve, Îsraîlê êrîşên xwe li ser firokexaneyên Sûrî zêde kiriye, bi armanca ku xetên asmanî yên ku Îranê ji bo gihandina çekan bo hevalbendên wê yên Sûrî û Lubnanî bi kar tîne, asteng bike.