Bi fermana Mesrûr Barzanî çend projeyên rêyan li Kifrî tên cibicîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, 2 projeyên rêyan li qezaya Kifrî tên cibicîkirin, ku daxwaza sereke ya xekê wê deverê ye.

Jêderekî agahdar ji K24ê re ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, razemendî da ji bo çêkirina û qîrkirina rêya 12 Îmam-Qerebilax bi 6 milyar dînar û 21 milyon û 555 hezar dînar, ku ev yek ji daxwazên xelk Kifrî ye ku ev rêyeke sereke ye û çend gundên wê deverê bi hev ve girê dide.

Got jî: Serokwezîr razemendî daye ku rêya Dêlêje – Sengaw ya li devera Kifrî bi yek milyar dînar bê çêkirin, ku ev jî yek ji daxwazên sereke yên xelkê Kufrê bû.

Di destpêka Tîrmeha sala 2023an de xelkê qezaya Kifrî dest bi grevê kirin û pêwîstiyên devera xwe anîn ziman. Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyamekê de soz dabû xelkê Kifrî ku dê daxwazên wan cîbicî bibin, ji bo vê armancê jî komîteyek hate avakirin ku serdana Kifrî kir. Piştre jî çend daxwazên xelkê Kifrê hatin cîbicîkirin.